Schreib uns auf:
inaya-zuerich@immerda.ch
Spenden an:
Verein Inaya Zürich
Konto: 16-23816-2
IBAN: CH63 0900 0000 1602 3816 2
8005 Zürich
ÇIMA INAYA
Jinên penaber û mirovên queer di civaka me de gelek zilm û zordariyê dibînin, ku herwiha di saziyên piştevaniyê yên li Baselê de xwe dide der. Heya niha, ev sazî bi giranî ji aliyê mêrên cis dihatin pîştgirîkirin.
Ev zordariya pirrengî li cihên din jî xwe dide nîşankirin. Weke mînak, li navenda penaberiyê ya federal (kamp), jin û mirovên queer bi zorê dikevin kampan, ku ji bo wan ne cihekî ne ewle ye. Gihîştina tedawiyên jineolojiyê bi giştî tê astengkirin an jî redkirin. Herwiha, jin û queer di warê aborî de jî di bin barekî giran de ne; ev weke mînak ji ber bêtirbûna pêdiviya wan a ji alavên paqijiyê ye. Ji hebûna INAYA û vir ve herwiha hate datîn ku ji bo bidestxistin / gihîştina pêvajoyên pejirandina zayendî ji bo transan hemê bêje ne pêkan e, ji ber ku di vî warî de şêwirmendî û destekeke bijîşkî tune. Sedema vê penaberbûn û aborî ye; yanî astengiyên neteweperest-nîjadperest û çînperest ên ku li vir bi pergaleke bingehîn a cis-zayendperest tên cem hev û ev rewşa psîko-civakî ya transan hema bêje bêtehemûl dike.
Ji ber vê yekê INAYA weke saziyeke piştevaniyê dixwaze rasterast piştevaniya jin û mirovên queer bide û bi vî rengî wekî torek tev bigere ku kes û rêxistinên piştevan û kesên hewcedarî piştgiriyê bigihîne hev.
Bi gotinên konkret, ev tê vê wateyê ku INAYA di warên cûda yên jiyanê de piştgirî dide mirovan û alîkariya bijîjk, wergêr an jî saziyên heyî yên piştevan digire. Saziyên weke Freiplatzaktion û Tora Transgenderan a Swîsreyê. Navendên şêwirmendiyê yên bi vî rengî ku çavkaniyên wan têr nebin, mirovan bi INAYA re dixin têkiliyê - û INAYA di dema hewcedariyê de bi kesên têkildar re randevûyan organîze dike.
Piştgirî dikare him di forma aborî de be him jî peydakirina agahiyên gihîştina wan zor, refaqatkirina penaberan li saziyên fermî an jî organîzekirina wergeran. Di dema lêgerîna xaniyekî de INAYA herwiha dikare navbeynkariya têkiliyên herêmîbike û li vir piştgirîya aborî peyda bike.
INAYA saziyeke serbixwe ye ku ji aliyê jin û mirovên queer ve tê rêvebirin.
Dema ku em dibêjin “jin”, em wan mirovên cis, trans û interseks qest dikin, ku xwe weke “jin” didin pênasekirin. “Mirovên queer” em weke tegehekê ji bo kesên trans, non-bîner, bêzayend û pirzayend ên ne-jin û derî mentiqa du-zayendiyê bi kar tînin. Yanî hemû mirovên ku ji transfobiayê/cis-seksîzmê û dijminatiya queeran bandoreke neyînî digirin.
Ji ber ku bandora van li ser me hemûyan ên ku di vê mantiqa civakî de cih nagirin, heye. Û bandora vê mantiqê jî bi awayekî giran tê dîtin. Em vê piştgiriyê didin ji ber ku em bawer dikin ku zayend li ser bingeha xwe-pênasekirinê ye û herwiha ji ber ku em li dijî kategorîzekirinên transfobîk, transmîzojîn û cis-sekîst helwesteke zelal digirin